Rusdî: Reformên Hikûmeta Kurdistanê rûyê rastî yên hinekan desîfre dike

05 January 2021 13:00 0 dîtin
Rusdî: Reformên Hikûmeta Kurdistanê rûyê rastî yên hinekan desîfre dike

PeyamaKurd – Çavdêrê siyasî Arif Ruşdî li ser birrîna mûçeyê zêdetirî 10 hezar mûçexorên ne qanûnî got, pêngavên Hikûmeta Kurdistanê bo reformê, rûyê rastî yên wan kesên ku bi şiklekî riyakarane behsa reforman dikin, deşîfre dike.

Piştî ku Hikûmeta Kurdistanê diyar kir, mûçeyê zêdetirî 10 hezar mûçexorên ne qanûnî hatiye birrîn, beşek mezin ji xelkê Kurdistanê pêşwazî li wê biryarê kirin lê hinekan jî bi anîna hêcetên sosret, li dijî wê yekê derketin.

Çavdêrê siyasî Arif Ruşdî derbarê vê mijarê, li ser rûpela xwe ya facebookê gotiye, pêngavên Hikûmetê bo reformê rûyê rastî yê wan kesên ku bi rengekî riyakarane behsa reforman dikin, deşîfre dike. Ew li hember karên baş yên Hikûmetê tengav dibin û dixwazin kêm nîşan bidin.

Herwiha Arif Ruşdî daye zanîn, ew kesên han dixwazin bi bikaranîna peyvên mîna “diviya zûtir hatiba kirin, ev ji neçariyê ye, di bin fişarê de wisa kiriye û hwd…” behaneyan bo dijberiya karên Hikûmetê tînin.

Bi gotina Ruşdî, ew kes naxwazin plana Hikûmetê bo reforman qebûl bikin.