Hikûmeta Kurdistanê biryar da ku kampanyayeke berfireh ji bo mexdûrên erdhejê bê destpêkirin
PeyamaKurd - Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê, di civîna îro 8ê Sibatê ya bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî de, biryar da ku kampanyayeke berfireh ji bo alîkarîya mexdûrên erdhejê yên li Tirkiye û Sûriye bê ragihandin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî, destpêka civînê sersaxî û hevxemiya Herêma Kurdistanê ji bo kesûkar û malbatên qurbaniyên erdheja herdu welatên Tirkiye û Sûriye cardin anî ziman û got, Herêma Kurdistanê li gor şiyana xwe, hemû alîkariyên pêwîst pêşkêşî ziyandîtiyên vê karesatê dike û ji bo vê mebestê jî, di çend rojên borî de, yekemîn karwanê hawarçûn û alîkariya Herêmê bo Tirkiyê hatiye gihandin û prose berdewam dibe. Di heman demê de rêkarên pêwîst jî hatine bicihkirin ji bo şandina karwanê hawarçûnê ji bo navçeyên ziyandîtiyên Sûriyê.
Encûmena Wezîran biryar da, kampanyayeke berfireh a gihandina alîkarî û komkirina alîkariyan ji bo ziyandîtiyên karesatê ragihîne û parêzgar û serperiştyarên îdareya serbixwe hatin raspartin, ji bo vê mebestê rêkarên pêwîst bigrin ber xwe.
Piştre di civînê de raportek derbarê rêkarên xweparêziya ji karesatên erdhej û amadekariyên bijîşkî ji bo rûbirûbûna di dema rûdana karesata sirûştî û sînordarkirina ziyanên erdhejê, ji aliyê Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed û Wezîrê Tendirustiyê Saman Berzincî ve hat pêşkêşkirin.
Beşa duyem a civînê, li ser pêşkêşkirina peyrewa desteya mitmanebexşîna saziyan û programên perwerde û xwendina bilind a li Herêma Kurdistanê, ji aliyê Wezîra Herêmê bo Karûbarên Parlamentoyê Vala Ferîd ve hat pêşkêşkirin. Encûmena Wezîran peyrewa xwe bi yekdengî pesend kir.
Herwiha Encûmena Wezîran li ser çaresekirina kêşe û giriftên xizmetguzariyên giştî li çend navçeyên Herêma Kurdistanê jî gotûbêj kir û li ser vê mijarê aliyê pêwendîdarên hikûmetê hat raspartin ku kar ji bo baştirkirina xizmetguzarî û nehiştina kêşe û giriftan bê kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin