YNK ji bo vegera nav hikûmeta Kurdistanê biryarê dide

09 May 2023 17:23 0 dîtin
YNK ji bo vegera nav hikûmeta Kurdistanê biryarê dide

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Serokê YNKê Bafel Talebanî îro 9ê Gulanê ligel Polîtboruya YNKê û tîma wezîran a YNKê dicive û wê di civînê de biryar li ser vegera tîma wezîran a YNKê bo civînên Encûmena Wezîran a Kurdistanê bê dayîn.

Wezîra Çandinî û Çavkaniyên Avê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û endama Serkirdatiya YNKê Bêgerd Talebanî îro 9ê Gulanê li ser civîna doh 8ê Gulanê ya di navbera Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qobad Talebanî de ji K24ê re axivî û got, “Îro sêşemê tîma wezîran a YNKê dê ligel Serokê YNKê Bafel Balebanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî dicive, bi mebesta guftûgokirina encama civîna doh ya di navbera Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî de.”

Bêgerd Talebanî da zanin, di civînê de berpirsê tîma YNKê Qubad Talebanî ronîkirinên pêwîst dide, ji bo di çend rojên pêş de pêngavên pêwîst bên avêtin û gotü: “Ez bawer im dê di navbera tîmên her du aliyan (PDK û YNK) de civînek were lidarxistin, ji bo ku civîna roja Duşemê bibe pratîk. Piştî wê her du tîm dê li hev bikin, tîma YNKê jî dê biryarên pêwîst derbarê vegera bo civînên Encûmena Wezîran de bide.”

Bêgerd Talebanî got: “Dibe ku YNK û PDK di çarçoveya karê Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, nêrînên wan ên cuda li ser çawaniya birêvebirin û pêkanîna daxwazên me hebin. Lê nabe ev cudahî bigihin wê astê ku “em dijminatiya hev bikin”, ji ber ku dê bandoreke gelek xirab li ser pêgeha miletê me bike, hem li ser asta Iraqê û hem jî li ser asta navdewletî. Lewma bi dîtina min civîna doh a di navbera Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî de, gaveke girîng e ji bo çareserkirina rexne, têbînî û pêşniyarên tîma wezîrên YNKê.”

Herwiha Bêgerd Talebanî diyar kir ku divê berpirsên PDK, YNK û Tevgera Goranê ji wê yekê têbigihin ku berjewendiya gelê Herêma Kurdistanê ew e ku bi hev re kar bikin, hevpeymaniyeke rasteqîn pêk bînin, desthilatên xwe di hikûmeta Herêma Kurdistanê de bi cih bînin û li ser asta niştimanî di çarçoveya Iraqeke federal de bigihin daxwazên xwe.