Hikûmeta Kurdistanê rapora taybet a çaksaziyê disîne parlamentoyê

20 September 2020 18:23 0 dîtin
Hikûmeta Kurdistanê rapora taybet a çaksaziyê disîne parlamentoyê

PeyamaKurd - Hikûmeta Herêma Kurdistanê raporta xwe ya taybet ji bo bicihanîna yasaya çaksaziyê di dawiya meha Îlonê de dişîne Parlemana Kurdistanê.

Raport ji aliyê Komîteya Bilind a Cibicîkirina Yasaya Çaksaziyê ve hatiye amadekirin ku tê de her tiştê hatiye cibicîkirin, bi birge û made hatiye diyarkirin.

Yasaya Çaksaziyê ya ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatibû dariştin û ji aliyê Parlemanê ve hatibû pesendkirin, ji meha Sibata bûrî ve katiye warê cibicîkirinê.

Serokê Fermangeha Hevahengî û Pêdaçûnê di Encûmena Wezîran Ebdulhekîm Xesro ji K24ê re gotiye: “Em bi yasayê pabend in û her birge û madeyeke wê, divê sedî sed werin cibicîkirin.”

Xesro bal kişand ser ku hin birgeyên yasayê bi temamî cibicî bûne, hinek ji wan beşek cibicî bûne û hin jî di di warê cibicîkirinê de ne. Ewê hatine cibicîkirin jî, bi amar û hejmarên pêwîst hatine diyarkirin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê her sê mehan raportekê derbarê cibicîkirina yasaya çaksaziyê de dişîne Parlemana Kurdistanê. Ev jî rêkeftineke hikûmetê bi Komîteya Darayî ya Parlemanê re ye ku wek aliyekî sereke çavdêriya proseyê dike.