Mesrûr Barzanî: Hikûmeta Kurdistanê li ser berdewama proseya çaksaziyê û rûbirûbûna gendeliyê rijd e

07 September 2021 14:22 0 dîtin
Mesrûr Barzanî: Hikûmeta Kurdistanê li ser berdewama proseya çaksaziyê û rûbirûbûna gendeliyê rijd e

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 7ê Îlona 2021ê pêşwazî li Serokê Desteya Destpakiyê Ehmed Enwer kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekez kir, kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser berdewamiya proseya çaksazîyê, rûbirûbûna gendeliyê û nehîştina hederkirina samanên giştî rijd e.

Di hevdîtinê de, tekezî li girîngiya hevahengiya di navbera dezgehên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê de hate kirin, ji bo rûbirûbûna gendeliyê, xizmetkirina welatiyan û nehiştina kedxwarin û rûtînê.