Konosolê nû yê Brîtanya pesnê çaksaziyên hikûmeta Kurdistanê da

12 September 2021 13:58 0 dîtin
Konosolê nû yê Brîtanya pesnê çaksaziyên hikûmeta Kurdistanê da

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Yekşemê pêşwazî li Konsulê Giştî yê nû yê Brîtanya li Herêma Kurdistanê David Hunt kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji bilî pîrozbahiya li destbikarbûna wî, hêvî xwast Konsulê Giştî yê nû yê Brîtanyayê re di erkê xwe de serkeftî be, ji bo pêşxistina zêdetir a pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê de.

Konsulê Giştî yê nû yê Brîtanya spasiya hevahengî û hevkariya damûdezgehên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel Konsulxaneya Brîtanyayê kir û amadehiya welatê xwe ji bo berfirehkirina pêwendiyan ligel Herêma Kurdistanê nîşan da, bi taybet di warê veberhênanê de. Pesnê hewlên Serokê Hikûmetê ên encamdana çaksaziyên kabîneya nehem da, bi taybet çaksaziyên di Wezareta Pêşmerge de. Piştevaniya Şahnişîna Yekgirtî ji bo aramiya Herêma Kurdistanê jî dubare kir.

Pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî û hilbijartinên dahatî yên Encûmena Nûneran a Iraqê, mijarên din ên hevdîtinê bûn.