Rayedarên Ak Partiyê, diçin serdana HDPê!

02 November 2022 18:00 0 dîtin
Rayedarên Ak Partiyê, diçin serdana HDPê!

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji qada siyasî ya Tirkiyeyê hatin ragihandin, hin rayedarên Ak Partiyê, îro dê serdana rayedarên HDPê bikin. Sedema vê serdanê jî wisa hat diyarkirin ku guherîna makezagonê ya ku lêçekê bike bin ewlehiyê, were nîqaşkirin.

Di agahiyên hatin parvekirin de hat ragihandin ku şanda Ak Partiyê ji Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Bekir Bozdag, Serokwekîlê Koma Ak Partiyê Mustafa Elîtaş û Alîkarê Serokê Giştî yê Ak Partiyê alî Îhsan Yavûz pêk tê.

Li gorî hat ragihandin, dê serdana şanda Ak Partiyê ya ji bo HDPê îro saet di 16:30an de be û beriya ku serdana HDPê bê kirin, saet di 16:00an de jî dê serdana ÎYÎ Partiyê bê kirin. Hat zanîn ku beriya serdana van herdu partiyan bê kirin, li ser heman mijarê bi rayedarên CHPê re jî hevdîtin hatiye kirin.

 Di agahiyên hatin parvekirn de hat diyarkirin ku dê di hevdîtinan de tenê li ser 2 xalan nêrîn bên girtin da ku li xala “azadiya ol û wijdan” a 24an, 2 bend werin zêdekirin.

Her wiha hat zanîn ku piştî ev pêşniyaza guherîna Makezagonê pêşkêşî serokatiyê bê kirin, ew ê ji bo Komîsyona Makezagonê bê şandin. Piştî van hevdîtinan jî ew ê ji bo Civata Giştî bê şandin.

Piştre, ji bo guherîna makezagonê dê 2 ger werin kirin û heger ev pêşniyaz ji aliyê herî kêm 360 parlamenteran ve were erêkirin, dê biryar biçe referandûmê. Heger biryar ji aliyê 400 parlamenteran ve were erêkirin, ew ê hewcedarî bi referandûmê nemîne û dê biryar bê qebûlkirin.