Rejîma Sûriyê 2 bajarokên Idlibê kontrol kir

25 November 2019 20:28 0 dîtin
Rejîma Sûriyê 2 bajarokên Idlibê kontrol kir

PeyamaKurd – Artêşa Sûriyê di encama operasyonên berdewam ên li Idilibê de ku di bin kontrola komên çekdarên girêdayî Tirkiyê de ye, 2 bajarokên din kontrol kir.

Hat ragihandin ku rejîma Sûrî piştî bajarokê Um el-Xelaxîl, li herêmê bajarokê Zerzûrê jî xistiye bin kontrola xwe.

Hat zanîn ku îro li bajarokê Zerzûrê di navbera artêşa rejîma Sûrîyê û çekdarên girêdayî Tirkiyê de şerekî dijwar rû daye û di encamê de bajarokê Zerzûrê yê 20 km dûrî bajarê Mearet el-Numan ketiye jêr kontrola rejîmê.

Hat ragihandin ku ji ber şerê dijwar ji her du aliyan jî gelek kuştî û birîndar hene.

Rejîma Sûriyê beriya wê jî bajarokê Um el-Xelaxîl jî xistibû bin kontrola xwe.

Hêjayî gotinê ye artêşa Sûriyê bi hevkariya balafirên şer ên Rûsî êrîşên ser Idlibê berdewam dike ku heta niha çend deverên stratejîk xistine bin kontrola xwe.

Ji sedî 70yê Idlibê di destê koma Ehrar el Şam deye ku bixwe piştgiriyê ji Tirkiyê distîne.