Rejîma Sûriye û Difa El Weteniyê dîsa hêrisî Dêrezorê kirin

12 August 2024 15:16 0 dîtin
Rejîma Sûriye û Difa El Weteniyê dîsa hêrisî Dêrezorê kirin

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku hêzên rejîma Sûriyeyê û çekdarên koma Dîfa El Weteniyê dîsa hêrişî Derezorê kirine.

Jêderên herêmî ragihandin ku hêzên rejîma Sûriyeyê û çekdarên Dîfa El Weteniyê bi obus û hewanan çolterên rojhilatê Dêrezorê topbaran kirine.

Li gorî nûçeyên ajansên nêzîkî Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, di hêrişa li ser taxa El Mewhê ya bajarokê Ebû Hemamê de 14 kes birîndar bûne û birîndaran rakirine nexweşxaneya Dêrezorê.

Hat zanîn ku Mahir El Marûf, Hemîd El Xilêf El Necim, Emar Salih El Elî, Mihemed El Emîn El Salih, Emar Salih El Ehmed çend ji kesên ku di hêrişê de birîndaran bûne.

Li gorî rayedarên nexweşxaneyê, rewşa 2 birîndaran giran e.

Li hêla din ve hate ragihandin ku li bajarokê Ebû Hemam û gundê Kişkiyê jî di encama hêrişên rejîmê û Dîfa El Weteniyê de hin kes birîndar bûne, lê ji ber berdewama topbaranê tîmên rizgarkirinê nikaribûne xwe bigihînin wan.

Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê ya girêdayî Rêveberiya Xweser e ragihandibû ku li Dêrezorê 25 çekdar hatine kuştin.