Rejîmê nehist hêzên Amerîkî derbas bin, Amerîkîyan jî nehist hêzên Rûsî bigerin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hêzên girêdayî Hikumeta Sûriyê rê li ber hêzên Amerîkayê girtine û nehiştine derbasî balafirxaneya navdewletî ya Qamişlo bibin. Herwiha Rawengeha Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) jî ragihandiye ku hêzên Amerîkî gera çavdêriyê ya hêzên Rûsî li Tirbe Spiyê asteng kirine û nehiştine wê gerê pêk bînin.
Li gorî nûçeya K24ê li îro 4 zirpoşên Amerîkî ber bi balafirxaneya navdewletî ya Qamişlo ve çûne û ev cara duyem e ji aliyê hêzên Sûriyê ve rê li ber wan tê girtin û nahêlin derbasî balafirxaneyê bibin.
Hat zanîn ku piştî vê bûyerê hêzên Amerîkî vegeriyane bingeha xwe ya leşkerî ya li gundê Hîmûyê.
Li aliyê din SOHRê jî ragihand ku hêzên Amerîkayê gereke çavdêriyê ya Rûsî li gundewarên bajarokê Tirbe Spiyê yê Rojavayê Kurdistanê asteng kirine ku dixwestin li gundê Tel Elo pêk bihînin.
Hat diyarkirin ku piştî rêgiriya hêzên Amerîkî, karwana polîsê leşkerî yê Rûsyayê neçar maye vegere cihê xwe yên berê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin