Rêkeftina PDK û YNKê li zora wî çû, fermandarê Sîe ji bo Kerkûkê gef xwar

14 July 2019 21:44 0 dîtin
Rêkeftina PDK û YNKê li zora wî çû, fermandarê Sîe ji bo Kerkûkê gef xwar

PeyamaKurd – Fermandar û Sekreterê Giştî yê Grûba Şîe ya Girêdayî Heşda Şeibî, Esayib Ehlê Heqê Qeys Xezelî li ser Kerkûkê gef xwar û got ku Kerkûk bajarekî Iraqî ye. 

Qeys Xezelî li ser hesabê xwe yê Twitterê peyameke kurt li ser Kerkûkê belav kir ku tê de dibêje: “Kerkûk Iraqî ye, nuqte serê xetê.” 

Xezelî ev peyam piştî rêkeftina Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li ser Kerkûkê û peyama Serok Barzanî ya nasnameya Kurdistanî ya Kerkûkê belav kir.

Li ser vê daxuyaniya Xezelî gelek kesan li ser torên medya civakî bertek nîşanî wî dan û di parvekirinên xwe de gotin, Kerkûk xwedî nasnameya Kurdistanî ye.

PDK) û YNK li ser danîna parzêgarekî Kurd bo parêzgeha Kerkûkê li hev kirine û li gor rêkeftina PDK û YNKê endazyar Teyib Cebar li ser Lîsta Birayetî ji bo Parêzgariya Kerkûkê wekî namzed tê destnîşankirin.