Reuters: Esed hevdîtina bi Erdogan re red kir
PeyamaKurd – Li gor ragihandina ajansa Reutersê serokê Sûriyê Beşer Esed hevdîtina bi serokkomarê Tirkiyê bi Recep Tayip Erdoğan re red kiriye. Hevdîtin ji aliyê Şamê de nehatiye qebûl kirin.
Li gor xebera ku di Reutersê de hatiye belavkirin, sedema Beşer Esed hevdîtinê qebûl nekiriye weha ragihandiye:
“Ji bo berya hilbijartina li Tirkiyê destê Erdoğan xwurt neke hevdîtinê qebûl nekiriye. Hem di hevdîtinê de ger dagera 3.6 milyon Sûriyê were cîh, wê di leha Erdoğan de bi erênî encam bide.”
Li gor nûçeyê yek ji çavkaniyan mijarê weha ragihandiye:
“Çima Erdoğan hilbijartinê belaş qezenc bike? Berya hilbijartinê wê xwe nêzî hev nekin. Sûriye fikra hevdîtina wezîrên karên derve yê Tirkiyê û Sûriyê jî red kiriye.”
Li gor ragihandina dîplomatekî ku weka çavkaniyekî ragihandiye weha gotiye:
“Eger Tirkiye çareseriyekî berbiçav ji Sûriyê re nebe, civîneka weha bê fêde dibîne û Sûriye dixwaze temamê hêzên Tirkiyê ji Sûriyê vekişin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin