Reuters: Karwanekî din ê Hesda Seibîyê hat bombebarankirin

04 January 2020 11:07 0 dîtin
Reuters: Karwanekî din ê Hesda Seibîyê hat bombebarankirin

PeyamaKurd- Li gor zanyariyên berdest şeva borî li bakurê Bexdayê 2 otomobîlên endam û serkirdeyên Heşda Şeibî bûn armanca êrişên balafiran.

Televizyona Iraqî ragihand, karwanekî otombîlan ku tê de hejmarek ji serkirdeyên Heşda Şeibî tê de bûn li qezaya Tacî hat bombebarankirin.

Ji aliyê din ve li gor zanyariyên ku ajansa Reutersê belav kirine di wê êrişê de li bakurê Bexdayê 6 kes hatin kuştin.

Desteya Ragihandina Heşda Şeibî jî êrişa asmanî ya li navçeya bakurê Bexdayê piştrast kir lêbelê ti zanyariyek derbarê kuştî û birîndarên êrişê de belav nekirin.

Herwiha Heşda Şeibî red kiriye ku di wê êrişê de serkirdeyên Heşda Şeibî hatibin kuştin.