Hesda Seibîyê li ser bombebarana Amerîkayê daxuyanî da!

24 January 2024 12:25 0 dîtin
Hesda Seibîyê li ser bombebarana Amerîkayê daxuyanî da!

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku di êrîşa Amerîkayê ya li dijî komên çekdar ên di nava Heşd El Şeibî de milîsek hatiye kuştin û 4 jî birîndar bûne.

Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê wek tolhildana êrişa ser baregeha leşkerî ya Eyn Esed li Iraqê, baregehên Heşda Şeibî li Enbar û Babîlê bombebaran kirin.

Hedefa yekem a balafirên Amerîkayê baregeha Sikê ya Ketaib Hizbullahê li navçeya Qaymê ya Enbarê bû. Armanca duyemîn jî qada perwerdeyê ya Heşda Şeibî ya li herêma Curf El-Sakhar a parêzgeha Babilê bû.

Li gorî daxuyaniya Heşdî Şeibî, di encama bombebaranê de çekdarekî jiyana xwe ji dest da û 4 jî birîndar bûn.

Herwiha hat ragihandin ku di encama bombebarana Amerîkayê ya li ser Enbarê de endamê bi navê Elî Enver Sebîh jî hatiye kuştin.

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin ragihand ku bi talîmata Serokê Amerîkayê Joe Biden 3 baregehên komên milîs ên ku Îran piştgiriya wan dike li Iraqê xistine.

Austin got: "Ev êrîş bersiveke rasterast in li ser zincîrek êrîşên zêde yên milîsên bi piştgirîya Îranê li dijî personelên Amerîkî û Koalîsyonê li Iraq û Sûriyê."