Reutersê ragihand: YPGê hêzên Esed vexwendin Minbicê û...

28 December 2018 14:00 0 dîtin
Reutersê ragihand: YPGê hêzên Esed vexwendin Minbicê û...

PeyamaKurd - Ajansa Navdewletî ya Nûçeyan Reutersê bi deqa lezgîn ragihand ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hêzên hikûmeta Sûriyê vexwendine Minbic û deverên jê vekişiyane.

Li gor nûçeya Reutersê YPGê bi daxuyaniyekê ragihand, “Em hikûmeta Sûriyê vedixwînin, bi taybet li Minbicê û deverên em vekişiyane kontrolê bi dest bîne û ji êrîşên Tirkiyê biparêze.”

Piştî biryara Amerîkayê ya vekişîna hêzên xwe, amadekariyên artêşa Tirkiyê ji bo operasyona ser Rojhilatê Firatê gihîştin asta herî zêde û gelek hêz bo deverê hatin veguhestin.

Nina çav li rê ye şandeke Tirkiyê serdana Rûsyayê bike û bi taybet li Minbicê ji bo êrîşî ser hêzên Kurd bike destûra operasyonê bistîne, lê Rûsyayê beriya niha dabû xuyakirin ku ew li dijî şerekî nû ne.