Rêveberê Gistî yê Gestiyariya Duhokê ji ber Koronayê jiyana xwe ji dest da
PeyamaKurd – Ji ber vîrusa Koronayê, Rêveberê Giştî yê Geştiyariya Duhokê Ubeydullah Dawûd, îro danê sibehê li nexweşxaneyeke Duhokê jiyana xwe ji dest da.
Ubeydullah Dawûd 55 roj berê, bi vîrusa Koronayê ketibû û li nexweşxaneyekê dihat dermankirin. Îro Duşemê di saet 02:00an de, ji ber xirabiya rewşa tendirustiyê, li Nexweşxaneya Vîn a Taybet li Duhokê, jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Rêveberê Giştî yê Geştiyariya Duhokê, îro li Goristana Şaxkê ya bajarê Duhokê tê veşartin.
Ubeydullah Dawûd sala 1964an li bajarê Duhokê ji dayik bûbû, zewicî bû û pênc zarokên wî hene. Pêştir çendîn postên hizbî û hikûmetê wergirtibûn. Di sala 2012an de wek Rêveberê Giştî yê Geştiyariya Duhokê hatibû erkdarkirin.
Îsal di çarçoveya guhertinên di rêveberiyên parêzgeha Duhokê de, Xeyrî Elî Osê weke Rêveberê Giştî yê Geştiyariya Duhokê yê nû hatiye destnîşankirin û biryar e di demeke nêzîk de dest bi karê xwe bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin