Rêveberê Gistî yê WHOyê: Mirovahî li ku ye?

03 March 2023 11:02 0 dîtin
Rêveberê Gistî yê WHOyê: Mirovahî li ku ye?

PeyamaKurd – Rêveberê Giştî yê WHOyê Tedros Ghebreyesusê ku li Sûriyeyê serdana herêmên ji ber erdheja navenda Mereşê mexdûr bûne kir li ser hesabê xwe yê Twitterê parvekirin kir.

Ghebreyesus got, “Civaka navneteweyî Sûriye ji bîr kir. Rewş xemgîn e. 12 salên şer, hilweşîna aborî, Covid-19, ziwabûn û niha jî erdhej. Her kes dikare bifikire ku gelê Sûriyê di çi rewşeke hovane de dijî. Mirovahî li ku ye?."

Ghebreyesus kêliyên ku serdana xwe yên ji erdhejê xelas bûne li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir.

Erdheja ku navenda wê Mereşê ye di 6ê Sibatê de li Rojava û Sûriyê jî bi bandor bû. Li gorî WHO, ji ber erdhejan herî kêm 8 hezar û 500 kes mirin û bi hezaran kes jî birîndar bûn.

Ji aliyê din ve koma berevaniya sivîl a di nava komên çekdar ên bakurê rojavayê Sûriyê de ragihand, ji ber şewba kolera ku li herêmê destpê kiriye 22 kesan jiyana xwe ji dest dane.