Rêveberê Gistî yê Karûbarên Mayînan: Heft milyon mayîn li Kurdistanê hatine çandin

22 October 2022 13:03 0 dîtin
Rêveberê Gistî yê Karûbarên Mayînan: Heft milyon mayîn li Kurdistanê hatine çandin

PeyamaKurd – Rêveberê Giştî yê Karûbarên Mayînan a Silêmaniyê eşkere kiriye, bi giştî heft milyon mayîn li Herêma Kurdistanê hatine çandin.

Li gor Rêveberê Giştî yê Karûbarên Mayînan li Silêmaniyê Muhsin Şêx Ebdulkerîm diyar kiriye: “Li Herêma Kurdistanê heft milyon mayin hatiye çandin û pişka şêr ji wan li parêzgeha Silêmaniyê ya Pêncwên û Şarbazher ketiye.”      

Herwiha Muhsîn Şêx Ebdulkerîm destnîşan kiriye: “Heya niha nêzîkî sêyek ji mayînan li parêzgeha Silêmaniyê hatine paqijkirin û tîmên me wê berdewam bin ji bo jinavbirina wan.”