Rêveberê YNKê: Em li hember êrîsên PKKê destgirêdayî namînin
PeyamaKurd - Rêveberê YNKê Hamîd Hacî Xalî da zanîn ku bi dehan binkeyên PKKê li sînorê navçeyên bin desthilatiya YNKê de heye, lê PKK dixwaze YNKê têk bişkîne û got, .
Çapemeniya PKKê vê dawiyê êrîş dike ser YNKê, bi taybet jî piştî rêkeftina navbera Berhem Salih û beşek YNKê ya li gel Tirkiyê li dijî PKKê ew êrîşên ragehandinî zêde bûne. Herî dawiyê de jî endamê konseya rêveber a KCKê bi tundî YNK hişyar kir.
Li hember vê yekê rêveberê YNKê Hamîd Hacî Xalî ji BasNewsê re axivî û got: ‘’PKK bêhtir li bazineya YNKê de heye ne li sînorê PDKê. Ji ber wê jî demeke êrîş dike ser YNKê û dixwazê YNKê bişkîne û têk bide. Ji bo navçeyên bin desthilata YNKê ango qada kesk bo karê rêxistinî yê PKKê dest dide, ji ber wê êrîş dike ser YNKê. Bi dehan binkeyên PKKê hene li sînorê YNKê û bi azadî tên û diçin. Lê li Hewlêrê nikarin yek binkeyêkî jî daynin, ji ber wê êrîş dikin ser YNKê.’’
Rêveberê YNKê diyar kir, "Berê partiya wan çav li PKKê digirt, lê wan ji bo parlamentoya Iraqê deng dan partiya Nifşê Nû ji ber wê jî em dibêjin kanê wefa? Di siyasetê de ti tiştekî mutleq tineye, di ragehandina PKKê de êrîş li ser me tê kirin. Lê em jî dê bersiveke me hebe, ragihandin bi ragihandinê çareser dibe. Divê ofîsa ragehandina YNKê li ser vê pirsê bersiv bide. Ez bawer nakim li hember êrîşên PKKê yên li ser YNKê em jî dest girêdayî bimînin.’’

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin