Rêveberiya kampa Holê dest bi amedekariya birêxistinkirina vegerandina Iraqiyan kir
PeyamaKurd – Endamê Nivîsgeha Derketina ji Kampa Holê Mûnîr Mihemed diyar kir, piştî ku Hikûmeta Iraqê qebûl kir 500 malbetên Iraqî vegerin, rêveberiya kampa Holê dest bi amedekariya birêxistinkirina vegerandina Iraqiyan bo Iraqê kir.
Mûnîr Mihemed di derbarê prosê de da zanîn: "Piştî ku belgeyên wan hatin tespîtkirin û erêkirina ewlehî hate wergirtin, wek beşa yekemîn dê 100 malbat di ҫend rojên din de ji kampê werin derxistin û rêveberî dê vegerandina malbetên din berdewam bike."
Bi sedema ku Hikûmeta Iraqê vegerandina welatiyên xwe red dikir, derxistina koçberên Iraqê ji kampa Holê du sal in rewestiya bû. Lê niha ev prose ji nû ve dest pê kir.
Li gorî amarên dawî yên rêveberiya kampa Holê, 30 hezar û 738 koçberên Iraqî li wê kampê hene.
Kampa Holê, li bajarê Heseke ye û yek ji mezintirîn kampên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ye. Niha li gorî rayedarên Neteweyên Yekgirtî 62 hezar kes lê dijîn û piraniya wan jin û zarokên DAIŞê ne.
Rêvebiriya Xweser jî destnîşan dike, karînên wan sînordar in. Nemaze ku bi hezaran çekdar jî di zindanên wan de hene, êdî ev rewş hewcedarî destêwerdaneke navdewletî ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin