Rêveberiya Rojava Rewsa Awarte ragihand...
PeyamaKurd - Encûmena Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) îro 6ê Tîrmehê ji bo gefên Tirkiyê û êrîşeke nû ya muhtemel rewşa awarte li herêmê ragihand.
Di biryara bi hejmar 8 a Rêveberiya Xweser de hatiye gotin, li seranserê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewşa awarte hatiye ragihandin û hemû derfet xistine xizmeta parastina gel li hember êrîşeke dijminane.
Biryara Rêveberiya Xweser wiha ye:
“Li gorî pêdiviyên berjewendiya giştî, ji ber gefên domdar ên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bi hemû cureyên çekên giran, balafirên bêmirov ên biçek, sivîlan û binesaziya herêmê wekî nexweşxane, stasyonên kehrebeyê, av û saziyên sivîl dike hedef. Dagirkeriya Tirk niyet dike ku herêmên din ên Sûriyê dagir bike, guhertina demografîk pêk bîne, şêniyên resen bide koçberkirin ku pê re dê rewşa ewlehiyê tevlihev bibe û pêleke koçberiyê pêk were. Ev yek ji bo berfirehkirina qada dagirkeriyê û pêkanîna ajandeyên dijber pêk tê ku dê rê bide vegera bermahiyên terorê û tundrawan li herêmê. Ev rewş dê bi awayekî yekser bandorê li destkeftiyên Rêveberiya Xweser bike, yên ku bi saya fedakariyên zarokên pêkhateyên resen û kevnar ên Sûriyê yên li dijî terorê bi dest xistine, bike. Her wiha dê bandorê li parastina ewlehî û yekitiya xaka Sûriyê ji aliyê pêkhateyan ve bike. Piştî ku dewleta Tirk a dagirker di şerê xwe yê bi rêya rêxistinên terorîst ên tundraw li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi bin ket, bi awayekî yekser berê xwe da dagirkirina xaka Sûriyê.
Ji lew re, li gorî hikumên rêgeza sereke ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê, Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê roja çarşemê (6 Tîrmeh 2022) civîneke awarte li dar xist, piştî erêkirina endamên meclisa giştî ev biryar hatin dayîn.
1. Li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewşa awarte tê ragihandin.
2. Agahdarkirina hemû meclis, komîte û saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rêveberiyên Xweser û Sivîl ji bo amadekirina planên rewşa awarte li djiî gef û astengiyan.
3. Bikaranîna hemû derfetan ji bo xizmeta parastina gel ji êrişeke dijminane ya li dijî herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Divê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser û meclisên rêveber ên rêveberiyên xweser û sivîl di projeyên xwe de girîngiyê bidin sekinandina li hember van gefan.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin