Rêveberiya Xweser: Em amade ne li dijî her êrîseke gengaz li ser herêmê bisekinin

06 July 2022 12:40 0 dîtin
Rêveberiya Xweser: Em amade ne li dijî her êrîseke gengaz li ser herêmê bisekinin

PeyamaKurd – Rêveberiya Xweser do di civîna xwe ya awarte de diyar kir, ew ji bo çi êrîşeke gengaz li ser herêmê amade ye li hember bisekine.

Li gor zanyariyan, Serokatiya Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ji bo nîqaşkirina rewşa heyî do cîvîneke awarte li dar xist.

Civîna Rêveberiya Xweser bi gotûbêjkirina rewşa siyasî destpê kir û di civînê de qala gefên dawî yên Tirkiyê hat kirin.

Rêveberiyê da zanîn, em amade ne li dijî her êrîşeke gengaz li ser herêmê bisekinin.

Serokatiya Meclisa Rêveber herwiha eşkere kir, rewşa em tê re derbas dibin rewşa şer. Li ser vî esasî em haziriyên xwe yên pêwîst dikin. Divê li hemberî encamên neyînî yên şerê muhtemel em bisekinin.