Rêveberiya Xweser li herêma Firatê qedexe ragihand

28 September 2021 19:24 0 dîtin
Rêveberiya Xweser li herêma Firatê qedexe ragihand

PeyamaKurd - Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê, ji ber zêdebûna pêketinên koronayê li herêma Firatê qedexeya beşî ya 10 rojan dewam bike ragihand.

Li gorî biryara rêveberiyê qedexe roja pêncşemê 30ê Îlonê dest pê dike û heta 10ê Cotmehê dewam dike.

Di biryarê de hatiye gotin: “Li gorî raporên desteya Tendursitiyê vîrusa Koronayê (Covid-19) bi lez belav dibe û rojane hejmara pêketiyan zêdetir dibe. Li gorî civîna şaneya aloziyê ya herêma Firatê, ev biryar hatin dayîn:

- Hemû cure kombûn (şahî, konên sersaxiyê, meş, civîn, kongre, hwd) tên qedexekirin.

- Cihên bazirganî û pîşesaziyê ji saet 18:00’ê êvarê heta 06:00`ê sibehê tên girtin.

- Saziyên Rêveberiya Xweser vekirî dimînin, lê belê tedbîrên xweparastinê yên pêwîst tên girtin (dezenfektekirin, mask, mesafe).

- Xebatên perwerdeyê li gel tedbîrên pêwîst, dewam dikin.”