Rewsa Dawî | Rûsya herêmên nistecihbûna sivîlan bombebaran dike…

18 March 2022 21:59 0 dîtin
Rewsa Dawî | Rûsya herêmên nistecihbûna sivîlan bombebaran dike…

PeyamaKurd – Êrîşên artêşa Rûsyayê yên ji 24ê Sibatê ve li ser bajarên Ûkraynayê dest pê kirine, di roja xwe ya 23yemîn de berdewam dikin û avahiyên sivîl jî dibin armanca bombardimanên rûsî.

Şaredarê bajarê Lviv a Ûkrayna Andriy Sadovyi îro Înê ragihand ku çend moşek li navendeke cihê temîrkirina balafiran ketine û herwiha navendeke temîrkirina otobusan jî zirar ditîye,lê ti ziyanên canî çênebûne.

Andriy Sadovy gotiye, berîya êrîşa Rûsî xebatên li navendê hatibûn rawestandin, lewma ziyanên canî çênebûne.

Fermandarîya hêza esmanî ya Ûkrayna ragihandiye ku bi tevahî 6 moşek ji Deryaya Reş hatine avêtin û 2 ji wan moşekan hatine têk birin.

Hêjayî gotinê ye, bajarê Lviv li rojavayê Ûkrayna li nêzî sînorê Polonya ye û xeta derbasbûna welatiyên ûkraynî yên ji ber şer direvin derveyî welat e.

Herwiha bombardimana hêzên Rûsî ya ser paytext Kîevê jî bi tundi berdewam dike, îro avahîyeke niştecihbûnê li taxa Podil bû armanca bombeyên rûsî.

Sazîya xizmetên rizgarkirin û hawarçûnê ragihandiye ku li vê avahiyê herî kêm kesek hatiye kuştin û 98 kes jî hatine rizgarkirin.

Şaredarê Kîevê Vitali Klitschko gotiye, di encama topbaranê de 19 kes birîndar bûne. Parêzgarê herêmê Pavlo Kyrylenko jî daye xuyakirin ku li bajarê Kramatorsk ya li rojhilatê welêt 2 sivîl ji ber êrîşên Rûsî hatine kuştin.

Parêzgarê herêma Luhanskê Serhiy Gaidai jî ragihandiye, topbarana bênavber û berfireh ya hêzên Rûsî, derxistina sivîlên ji bajarok û gundên li enîya pêş ya şer asteng dike.
Serhiy Gaidai gotiye, li herêma Luhanskê ji destpêka şer vir ve 59 sivîl hatine kuştin û hin taxên niştecihbûnê bi tevahî wêran bûne û diyar kir, hêzên Rûsî bajarê Rubizhne dorpêç kirine û bi tundî topbaran dikin; lê di derbarê kuştî û birîndaran de heya niha ti agahî nayên zanîn.

Li aliyê din artêşa Rûsya, topbaranên xwe yên ser bajarên rojhilatê Ûkrayna, bi taybet jî li bajarên Chernihiv, Sumy, Kharkiv û Mariupol bi tundî berdewam dike.