Rewsa dawî ya vîrusa korona | Rûsyayê hemû deriyên sînorên Çînê girtin

30 January 2020 15:17 0 dîtin
Rewsa dawî ya vîrusa korona | Rûsyayê hemû deriyên sînorên Çînê girtin

PeyamaKurd – Ji ber metirsîya belavbûna nexweşîna coronavîrusê Rûsyayê biryar wergirt ku hemû sînorên xwe yên bejahî yên bi Çînê re bigire.

Hat ragihandin ku Rûsyayê hemû deriyên sînorî yên ligel welatê Çînê bi sedema metirsîya belavbûna coronavîrusê girtin.

Hejmara kesên ku ji ber vîrûsa korona ya li Çînê mirine li gorî amarên fermî yên Komîsyona Tenduristiyê ya Çînê, derket 170 kesan û vîrus li ser nêzîkî 8 hezar kesan jî derketiye holê.

Li gorî daxuyaniya Çînê hejmara kesên ku guman ji wan tê kirin ku bandora vîrusê li ser wan bûye jî derketiye 12 hezar û 167 kesan.

Herwiha Rêveberiya Programa  Lezgîn a Rêxistina Tenduristiya Cîhanê civînek lezgîn li Cenevreyê li dar xist û bang li welatên cîhanê kir ku bi lezgîn ji bo têkoşîna li dijî vîrûsê gavan bavêjin.

Vîrûsa korona heta niha li Çîn, Tayland, Japonya, Sîngapûr, Amerîka, Awistralya, Fransa, Almanya, Koreya Başûr, Malezya, Vîetnam, Nepal, Kanada, Kamboçya û Srî Lanka jî di nav de li 20 welatan hatiye tesbîtkirin.

Heta niha gelek welatan geştên asmanî yên bo Çînê rawestandine û karantînaya li bajarê Vuhan ê Çînê jî berdewam e.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) îro car din li ser vîrusê dicive û tê çaverêkirin biryara çêkirina derziya dermankirina vîrusê bê derxistin ku ew jî 45 roj dem jê re divê.