Rewsa Dawî | Amerîka: ‘Artêsa Rûsya ji sedî 10 biçûktir bû’

23 March 2022 18:55 0 dîtin
Rewsa Dawî | Amerîka: ‘Artêsa Rûsya ji sedî 10 biçûktir bû’

PeyamaKurd – Di roja 28emîn a şerê Rûsya yê dagirkirina Ukraynayê de, Amerîkayê îdiayeke balkêş avêt holê.

Berpirsekî leşkerî yê pilebilind ê Amerîkayê ku nexwestiye navê xwe bide ragihandiye ku di hefteya çaremîn a şer de, artêşa Rûsyayê ji sedî 10 biçûktir bûye ku heta niha gelek çek û alavên leşkerî ketine destê artêşa Ukraynayê.

Li aliyê din Sererkaniya Artêşa Ukraynayê jî bîlançoya windahiyên artêşa rûsî yên navbera 24ê Sibatê û 23yê Adarê parve kir û ragihand, heta niha 15 hezar û 600 leşkerên rûsî hatine kuştin.

Herwiha hatiye diyarkirin ku heta niha 101 balafir, 124 helikopter, 517 tank, 1578 wesayîtên zirxî, 267 top, 80 roketavêj û 47 sîstemên berevaniya asmanî yên rûsî hatine îmha kirin.