Rewsa pandemiyê li Herêma Kurdistanê: 21 wefat
PeyamaKurd – Wezareta tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê rewşa rojane ya herêmê, di mijara Kovid-19 ê de ragihand. Li gor ragihandinê di 22 ê cotmehê de an ku îro 21 nexweş jiyana xwe ji dest dane. Jimareyên li ser tabloya Kovid-19 ê wehane:
3.290.123 test heya îro hatin kirin.
354.981 kes heya îro bi nexweşînê ketin.
332.046 nexweş heya îro baş bûn.
6.237 nexweş heya îro mirin.
8.187 test îro hatine kirin.
1.076 testên îro posîtîv derketin.
21 nexweş îro wefat kirin.
1.406 nexweş îro baş bûn.
16.698 nexweş dermankirina wan niha dewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin