Rewsenbîrê Kurd Prof. Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv koça dawî kir
PeyamaKurd – Rewşenbîr û nivîskarê Kurd, Serokê Federasyona Navneteweyî ya Diyasporaya Kurdan (FNDK) û Serokê Yekîtiya Kurdên Qazaxistanê Prof. Dr. Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv koça dawî kir.
Hat ragihandin ku Mirzoyêv îro Yekşemê 8ê Tebaxa 2021ê li Nexeşxaneya Almata ya Qazaxistanê ji ber nexweşiya vîrusa Covid-19ê koça dawî kiriye.
Profêsor Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv, akademîsyen û rojhilatnasekî kurd ê berhemdar bû, di nav kurdên Qefqasya, Rûsya û bi taybet yên Qazaxistanê de wekî hêjayekî Kurd ê siyasî û civakî dihat naskirin.
Kurtejiyana Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev:
Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev 1ê Gulana 1947 li Ermenîstanê hate dinyayê, beşa fîlolojiyê li Zanîngeha Ermenîstanê xwendiye û paşê têza xwe ya doktorayê li ser têkiliya edebiyata Kurdî pêşkêş kiriye, demeke dirêj di zanîngehê de serpereştiya ziman û edebiyata cîhanê kiriye.
Ji bilî çapkirina 30 pirtûkan, 600-700 nivîsên wî li ser çand, dîrok, ziman, û wêjeya kurdî hatine weşandin. Nivîs û pirtûkên wî bi zimanên Rûsî, Azerî, Ermenî, Tirkî û çend zimanên din hatine çapkirin.
Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev ji ber xizmeta xwe ya di warê civakî û perwerdeyê de, di 22yê Cotmeha 1998an de madalya “Hurmetê” ya Komara Qazaxistanê wergirtiye.
Hin berhemên girîng ên Mîrzoyev ev in:
“Ji dîroka têkilîyên wêjeyê ya Azerbaycan-kurd”. Erîvan, 1975.
“Nivîskarên Azerbaycana Îranê di derheqê kurdan de”. Êrîvan, 1975.
“Wêjeya neteweyî û pevgirêdanên wêjeyê”. Êrîvan, 1985.
“Asoyên wêjeyî”. Êrîvan, 1987.
“Pira dostanîyê”. Bakû, 1989.
“Nîzamî û wêjeya gelên Rojhilat”. Almata, 1995.
“Têkilîyên navbera wêjeyan û pirsgirêkên varisî”. Almaata, 1996.
“Çarenûsa dîroka wêjeya kurd”. Almaata, 1998.
“Kurd. Ansîklopedîya biçûk”. Almaata, 2001.
“Kurd”. Almaata, 2003 /bi Îngilîzî/.
“Wêjeya kurdî/Wêjeya gelên Qazaxistanê”. Almaata, 2004.
“Zimanê kurdî (2 cîld)”. Almaata, 2006.
“Bernameya mêtodîk a zimanê kurdî (Ji bo mamosteyên komên 2-9)”. Almata, 2006.
“Kurd”. Brûksel, 2006 /bi Hollandî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin