Rêxistina Gistî ya Tûrîzma Herêma Kurdistanê: Menûya xwe bikin Kurdî

25 August 2022 01:22 0 dîtin
Rêxistina Gistî ya Tûrîzma Herêma Kurdistanê: Menûya xwe bikin Kurdî

PeyamaKurdî - Rêxistina Giştî ya Tûrîzma Herêma Kurdistanê ragihand ku kafeterya û xwaringehên li Herêma Kurdistanê dixebitin, divê di nav 15 rojan de navên xwarin, vexwarin û tabelayên xwe bikin Kurdî û eger nekin, wê ruxsetên wan yên xebatê betal bikin. Serokê rêxistinê Emel Celal ji bo Rûdawê weha gotiye:

“Me di piraniya otêl, xwaringeh, kafe, çayxane û kargehên tûrîstîk de dît ku tercîha navên biyanî dikin. Ev îhlala qanûn û mafên destûrê yê Herêma kurdistanê ye. Bi vê biryarê re wê menû û tabela yekem bi zimanê Kurdî bin, Kurdî esasî be û bi zimanên dinê wê di pey Kurdî de deynin. Eger li pey biryarê neçin, wê ruxsetên wan bên betalkirin.”