Rêxistina terorîst DAISê xelîfeyê xwe yê nû eskere kir
PeyamaKurd – Rêxistina terorîst DAIŞê li kuştina xelîfeyê xwe berê ku bi operasyoneke hêzên Amerîkî di meha Sibatê de li Idlibê hatibû kuştin, mikur hat û xelîfeyê xwe yê nû eşkere kir.
Li gorî tomareke dengî ya îro 30yê Mijdara 2022yan, ji aliyê rêxistina DAIŞê ve hatiye belavkirin, rêveberê yekem ê DAIŞê ango xelîfeyê wê Ebûl Hesen El Qureyşî hatiye kuştin.
Tevî ti agahiyên hurgilî li ser kuştina wî nehatin dayîn jî hat ragihandin ku wekî xelîfeyê nû yê rêxistinê kesê bi navê Ebûl Hesen El Huseynî hatiye destnîşankirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin