Êrîsa li ser sirketa Amerîkî û enstîtuya Îngiliz li Bexdayê
PeyamaKurd – Li Bexdayê êrîşî şaxên şîrketa malzemeyên înşaatê ya Amerîkî Caterpillar û Enstîtuya Perwerdehiyê ya Cambridge ya Îngilizî kirin.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyekî ji polêsan hat dayîn, şaxa Caterpillar a li herêma Cadriye ya li navenda Bexdayê bû hedefa bombeya deng.
Hat ragihandin ku Enstîtuya Cambridge ya Îngiliz-Amerîkî ya ku li rojhilatê Bexdayê li nêzî Kolana Filistînê ye, bi bombeya ku ji destan hatiye çêkirin rastî êrîşê hat.
Herwiha hate diyarkirin ku di her du êrîşan de ji bilî ziyanên madî yên li avahî û peymangehan ti ziyanên canî çênebûne.
Êrîşên navborî piştî ku du xwaringehên KFC, yek li Kolana Palestînê û ya din li navçeya Karada-62 ya Bexdayê, êvara Yekşema borî hatin armanckirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin