Rishi Sunak, nameyekî ji serokwezîr Mesrûr Barzanî re sand
PeyamaKurd – Serokwezîrê Îngîltere Rish Sunak ji serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re nameyekî şand. Sunak, di nama xwe de got ku wexteke dirêje ku têkiliyên Îngîltere bi Herêma Kurdistanê re heye. Sunak weha got:
“Ez razî me ku têkiliyên me ji yên her çaxî xwurttirin. Gelek qiymetên me yên hevpar û sehayên me yên hevpar hene. Qraliyeta Yekgirtî girêdayê ewlehî û îstîqrara Herêma Kurdistanê ye weka perçeyekî ji Iraqê.
Em bi hukumeta Herêma Kurdistanê re koordinasyona ewlehiyê ji dil qebûl dikin. Em bi biryarin ku weke perçeyekî ji koalisyona navdewletî, ji bo li Iraqê û Sûriyê IŞİD ê têkbibin, em ê bi hevre bixebitin.
Ji bo me, têkiliyên di navbera Îngîltere û Herêma Kurdistanê yên di seha bazirganî, veberhênan, çandinî û di dîjîtalîzebûnê de girîngin. Heya ez serokwezîr bim, ez çaverê me ku bi we re bixebitim.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin