Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Rishi Sunak kir

25 October 2022 19:37 0 dîtin
Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Rishi Sunak kir

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji ber hilbijartina wî ya bo posta serokwezîriya Brîtanyayê pîrozbahî li Rishi Sunak kir.

Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê medya civakî peyamek bo hilbijartina Rishi Sunak wekî serokwezîrê Brîtanyayê parve kir û pîrozbahî lê kir.

Serokwezîr Barzanî di peyama xwe de got: “Ez li bendê me ji bo pêşxistina hevkariya me û dostaniyeke bihêz a Herêma Kurdistan-Brîtanyayê ligel cenabê we ji nêzîk ve kar bikim.”

Doh 24ê Cotmehê Sunak wekî serokê Partiya Muhafezekar a Brîtanyayê hatibû hilbijartin û îro jî ji aliyê Şah Charles ve ji bo avakirina hikûmetê hatibû peywirdarkirin.