Serokwezîr Rishi Sunak: Pêdiviya me bi îstîqrar û yekîtiyê heye
PeyamaKurd – Piştî îstîfa serokwezîra Îngîltere Liz Truss, di encama têkoşîna di nav partiyê de, Rishi Sunak yê ku bi eslê xwe Hindûye bû serokwezîr û axaftina xwe ya cara ewilî kir. Sunak weha got:
“Ji ber xizmeta Liz Truss ez sipasiya wê dikim. Qet guman tê de tine ku em bi zahmetiyên darayî re rû bi rû ne. Niha pêwistiya me bi îstîqrarê û yekîtiyê heye. Tişta yekem ku bikim, ez ê partiya me û welatê me bînim cem hev. Ji ber tekane rêya ku em karibin biserbikevin ev e da em karibin ji bo zarok û neviyên xwe dahatûyekî baş ava bikin. Ez soz didim we ku ez ê bi duristî û dilnizmî ji we re bixebitim û ji bo xizmeta xelkê îngîltere bikim, ez ê her roj bixebitim.”
Sunak wê ji qral Charlesê sêyem wezîfa avakirina hukumeta nû bistîne û bibe serokwezîrê Îngîltere.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin