Riyad Xelef: Tirkiye dixwaze projeya dagîrkeriya Osmanî bibe serî
PeyamaKurd – Derbarê rewşa Eyn Îsayê, Serokê Encûmena Leşkerî ya Girê Sipî Riyad Xelef axivî û diyar kir: “Ji bêdengiya Rûsyayê li hember êrîşên li ser Eyn Îsayê, em têdigihin ku rêkeftina wê ya di bin maseyê re bi Tirkiyê re heye.”
Riyad Xelef ji K24ê re da zanîn:
“Êrîşên Tirkiyê û çeteyên ser bi wê ve, bi berdewamî bi çekên giran li ser Eyn Îsayê tên kirin. Tirkiye dixwaze vê herêmê dagîr bike û xaka ku berê jî dagîr kiriye zêde bike, ji bo ku projeya xwe ya dagîrkeriya Osmanî bibe serî.”
Derbarê helwesta Rûsyayê li hember êrîşên li ser Eyn Îsayê de tên kirin Riyad Xelef destnîşan kir:
“Tu guhartin di bêdengiya Rûsyayê de çênebûye. Moşekên Tirkiyê û çeteyên wê, li derdora baregehên Rûsyayê dikevin jî, lê tu bersiv jî jê derneket. Rûsya wek gerentîkar ji bo rawestandina binpêkirinan li herêmê ye, ew bi rola xwe ranebe.”
Herwiha eşkere kir û got:
“Helwesta rêjîma Sûriyê jî wek ya Rûsyayê ye. Di meha borî de bi serperiştiya Rûsyayê, me wek HSD û Hikûmeta Sûriyê li hev kir 3 xalên çavdêriyê li Eyn Îsayê ava kirin, lê Rûsya û Hikûmetê Sûriyê, tu bersiv nedan binpêkirin û êrîşên ku Tirkiye dike û heta nerazîbûn jî nîşan nedan.”
Serokê Encûmena Leşkerî ya Girê Sipî got:
“Ji vê bêdengiya Rûsyayê, em têdigihin ku rêkeftina wê ya di bin maseyê re bi Tirkiyê re heye. Ji ber ku li hember êrîşên li ser gelê me de tên kirin, tu bersivek ji wê û ji Hikûmeta Sûriyê de tune ye.”
Riyad Xelef destnîşan kir:
Eyn Îsayê li ser rêya navdewletî M4ê dikeve û xaleke girîng e ku Hesekê û Helebê bi hev ve girê dide. Herwiha ji ber ku encûmenên sivîl û Rêveberiya Xweser li Eyn Îsayê hatine avakirin, dagîrkeriya Osmanî dixwaze wê dagîr bike.”
Xelef tekez kir, êrîşên Tirkiye û çeteyên wê li ser Eyn Îsayê, ji dema veguhastinê ya di navbera serokên Amerîka Donald Trump û Jeo Biden de zêde bûne.
Riyad Xelef diyar kir:
Tirkiye heman awayê ku li Efrîn, Girê Sipî û Serê Kaniyê kiriye, dixwaze li Eyn Îsayê jî dubare bike û wek dagîrkeriya Osmanî hatiye herêmê, heta kevir û dar jî jê nehatine parastin. Ew û çeteyên wê, dixwazin xakê dagîr bikin, dizî û talaniyê bikin û demografiya herêmê biguhêrin.”
Herî dawî derbarê helwesta Amerîka ya piştî hatina Joe Biden da zanîn:
“Em ji bo jinavbirina terorê bi Hevpeymaniya Navdewletî re kar dikin û hêzên me li şûna hemû cîhanê şerê terorê kir. Em ji Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî re dibêjin, divê ew li aliyê gelê me bin û em çi Kurd, Ereb, Tirkmen, Aşûrî û Siryanî, xwediyê vê xakê ne û berevaniyê di ber de dikin. Me tu caran sînorê Tirkiyê derbas nekirin û em li ser ewlehiya wê ne gef in.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin