Rojava | Bihayê genimê cotkaran li gor Dolarê Amerîkî hat zêdekirin
PeyamaKurd – Ev demek e cotkarên Rojavayê Kurdistanê ji ber kêmbûna bihayê genim ku rêveberiya Şamê û ya Rojava bihayên cuda ji bo kirînê diyar kiribûn, gazin dikirin.
Hat ragihandin Rêveberiya Xweser bihayê kîloya genim li gorî bilindbûna dolar wê zêde bike û nehêle cotkar mexdûr bibin.
Li gorî zanyariyan wê Rêveberiya Xweser bihayê genim bi pereyên Sûrî destnîşan neke û li gorî bilindbûna dolarê Amerîkî mafê cotkaran bide.
Rêveberiya Xweser a Rojava herî dawî ji bo kîloyek genim 315 Lîreyê Sûrî diyar kiribû û ragihandibû ku wê genim ji herêmên Rêveberiya Xweser dernekeve.
Cotkaran ew biha kêm dîtibû û gotibû mesrefên wan xilas nake.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin