Rojava | CENTCOM: Di êrîsa bersivdanê de 4 milîsên Îranê hatin kustin
PeyamaKurd – Fermandariya Giştî ya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) li ser êrîşa bi moşekan a komên milîs ên Îranê ya li Dêrazorê daxuyaniyeke nû belav kir û ragihand, di êrîşa bersivdanê ya hêzên Amerîkî de 4 milîsên îranî hatine kuştin.
CENTCOMê di daxuyaniya nivîskî de diyar kir ku wan bersiv daye êrîşên 24 saetên dawî yên ku milîsên girêdayî Îranê li ser hêzên wan ên bakurê rojhilatê Sûriyê hatine encamdan,
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku wan bi helîkopterên Apachî û çekên giran operasyoneke asmanî û bejahî li dijî milîtanan pêk aniye û di encamê de 4 kes hatine kuştin û 7 roketavêj jî hatine ruxandin.
Herwiha gotinên Fermandarê Giştî yê CENTCOM Michael Erik Kurilla hatin parvekirin ku dibêje; “Em ê bersiva her cûre êrîşên dijî leşkerên xwe bidin. Wê ti komeke êrîşê leşkerên me bike bê ceza nemîne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin