Rojava | Deriyê danûstandinê ji hikûmeta Sûriyê re hat vekirin

30 November 2018 10:42 0 dîtin
Rojava | Deriyê danûstandinê ji hikûmeta Sûriyê re hat vekirin

PeyamaKurd - Hevserokê Meclîsa Demokratîk a Sûriyê (MSD) Riyaz Dirar ragihand ku ew amade ne bi hikûmeta Sûriyê re dest bi gotûbêjan bikin.

Hevserokê MSDê Riyaz Dirar ji ajansa rûsî RTyê re got ku wan deriyê danûstandinê ji hikûmeta Sûriyê re vekiriye.

Hêjayî gotinê ye, demek berê aliyên opozîsyona Sûriyê li bajaroka Eyn Îsa ya bakurê Reqayê civiyabûn û di civînê de li ser rêveberiyeke namerkezî bo Sûriyê li hev kiribûn.

Beriya niha jî Şanda Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê, di bin seroktiya Hevseroka MSDê Îlham Ehmed de, 26ê Tîrmeha 2018an serdana Şamê kiribû, lê di wan hevdîtinên ligel karbidestên hikûmeta Sûriyê de ti encamek derneketibû.