Rojava | Em plana Amerîkayê ya herêma ewle red nakin û qedexeya firînê jî dixwazin
PeyamaKurd – Rêveberiya Herêma Rojavayê Kurdistanê li ser avakirina herêma ewle ne li dijî plana Amerîkayê ya bi destê hevpeymanên wê yên Fransa, Brîtanya û Avusturalyayê ye û herwiha herêma qedexeya firînê jî dixwaze .
Rêveberê Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) Gelo Îsa ji Spûtnîkê re ragihandiye ku heger herêmeke ewle bi destê Fransa, Brîtanya û Avusturalyayê bê avakirin, dê wan ji gefên Tirkiyê jî biparêze.
Gelo Îsa got, "Ne tenê Tirkiye bila hevpeymanên Tirkiyê jî di plana herêma ewle de tune bin. Li gor zanyariyên me, dema Amerîka ji Sûriyê vekişe difikire ku bi destê Fransa, Brîtanya û Avusturalyayê herêma ewle ava bike. Em vê planê qebûl dikin. Em dixwazin ew dewlet herêma ewle ava bikin.”
Rayedarê MSDê herwiha destnîşan kir ku ew dixwazin herêma qedexeya firînê jî bê avakirin û bi ti awayî naxwazin herêma ewle bikeve jêr kontrola Tirkiyê ku ew dê bi vê plana Amerîkayê ji gefên Tirkiyê jî bên parastin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin