Rojava: Li Dêrikê endamekî PDK-Sê jl ber dikana xwe hate revandin
PeyamaKurd – Hate ragihadin ku roja Şemiyê endamekî Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya (PDK-S) li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê dema li ber dikana xwe bû ji aliyê çend kesên çekdar ve hate revandin.
Hate zanîn ku navê kesê hatiye revandin Xeyas Îsmaîl û malbata wî gotiye, roja Şemiyê 9ê Mijdara 2024an, li demijmêr 11ê sibehê komeke çekdar kurê wan ji pêşiya dikana wî ya li bajarê Dêrikê revandine û heta niha çarenivîsa wî diyar nebûye.
Li gorî nûçeya Welat TVyê Xeyas Îsmaîl ji ber ku Endamê Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya ye hatiye revandin.
Xeyas Îsmaîl sala 1974an li gundê Bane Qesrê yê Dêrikê ji dayîk bûye û beriya niha jî karmendê zeviyên Rimêlan ê Petrolê bû.
Hêjayî gotinê ye, 16ê Tebaxa sala 2016an jî Xeyas Îsmaîl li gel hejmareke serkirde û endamên Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) ji aliyê "Asayişa Rêveberiya Xweser" hatibûn girtin û nêzîkî şeş mehan di girtîgehê de mabûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin