Rojhilat | 4 kolber hatin binçavkirin, îskencekirin û gulebarankirin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li bajarê Banê yê Rojhilatê Kurdistanê, 4 kolberên Kurd ên xelkê bajarê Seqizê ji aliyê hêzên sînorî yên Îranê ve hatine binçavkirin û piştî îşkenceyê hatine berdan û dema berdanê jî gul li ser wan hatiye reşandin.
Li gorî nûçey Kolber Newsê, 4 kolberên xelkê bajarê Seqizê li sînorê Hengejalê yê bajarê Banê ji aliyê hêzên Îranê ve hatin binçavkirin û piştî îşkencekirineke hovane û dûr ji mirovahiyê, ew hatine azadkirin lê li dema azadkirinê jî bi guleyên saçmeyî û bi awayê rasterast teqe li wan kolberan hatiye kirin û ew birîndar kirine.
Hate zanîn ku navê wan kolberan; Hawrê Muradî, Diyako Fetahî, Kemal Destwane û Kemal (nasnavê wî nehatiye zanîn) e.
Di nav 6 mehên destpêka sala 2024 an de 34 kolber bi destê hêzên Îranê hatine kuştin û 236 kolber jî birîndar bûne ku 20 kes ji wan birîndaran zarok in. Li gori sala borî êrîşên ser kolberan ji sedî 218 zêde bûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin