Rojhilat | Li Kirmasanê herî kêm 86 kes hatin binçavkirin

13 December 2022 21:13 0 dîtin
Rojhilat | Li Kirmasanê herî kêm 86 kes hatin binçavkirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di xwepêşandanên şeva borî yên li bajarê Kirmaşan ê Rojhilatê Kurdistanê herî kêm 86 kes hatin binçavkirin.

Ajansa Nûçegihaniya Kurdpa ragihand ku di xwepêşandana doh 12ê Kanûnê êvarê ya li Taqewsan a Kirmaşanê de, ji aliyê hêzên rejîma Îranê yên Supaya Pasdaran ve 86 xwepêşander hatine binçavkirin û hejmarek din jî ji aliyê hêzên întizamî yên rejîmê hatine binçavkirin ku hejmara wan nehatiye zelalkirin.

Li gorî ragihandina çavkaniyên Rojhilatê Kurdistanê, xelkê Kirmaşanê ji bo protestokirina kuştin û destwerdanên tund ên bo xwepêşandanan xwestine li Bilwara Taqewsan heta sêrêya Meskenê meş û greva bêdengiyê li dar bixin, lê hêzên rejîmê êrîş kirine û zêdetirî 86 kes hatine binçavkirin.