Li Rojhilatê Kurdistanê 18 kes hatin binçavkirin

12 November 2021 23:39 0 dîtin
Li Rojhilatê Kurdistanê 18 kes hatin binçavkirin

PeyamaKurd – Rêxistina mafê mirovan Hengaw ragihand ku do bi şev hêzên bi ser îstîxbarata Îranê li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Banê bi alavên Kızılayê operasyonan kirine. Di encamê de 18 kes hatine desteserkirin.

Operasyon li gundên Çoman, Kewpiç, Nemeşîr û Necnî hatiye kirin û kesên hatine desteserkirin piraniya wan ji heman malbatê ne. Ji 14 kesan agahî hatiye sitendin lê ji 4 kesan xeber nehatiye sitendin.

Hat ragihandin ku ji gundiyan hinek kes bi sedema tirsa ji hêzên asayîşê malên xwe terk kirine.