Rojhilat | Li Kirmasanê 600 gund bê av hatine histin

08 May 2022 16:50 0 dîtin
Rojhilat | Li Kirmasanê 600 gund bê av hatine histin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê ji ber ku bi awayekî dadperwerane av nayê dabeşkirin, 600 gund bi krîza bêaviyê re rûbirû mane.

Cîgirê Parêzgarê Kirmaşanê Menûçêhr Fexrî, li ser mijara bêaviyê daye xuyakirin: “Ev duyem sale ku barîna baranê li Îranê kêm bûye û krîza bêaviyê gihîştiye asta herî bilind.”

Menûçêhr Fexrî gotiye li gorî amarên saziya ABFAyê nêzî 600 gund li parêzgeha Kirmaşanê rastî bêaviyê hatine û hewce ye bi rêya tankerên avê ji bo wan gundan bişînin.

Cîgirê Parêzgarê Kirmaşanê diyar kiriye ku gelek ji baxçeyên parêzgeha Kirmaşanê, rûbirûyî gefa hişikbûnê ne û heger bêavî neyê çareserkirin wê ew baxçe ji nav herin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, rejîma Îranê heta ava parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê vediguhêze parêzgehên navendî yên Îranê û ev jî dibe sedem ku deverên Rojhilatê Kurdistanê rastî bêaviyê bên û zeviyên xelkê Rojhilatê Kurdistanê jî ziyanê bibînin.