Îran-Rojhilat | 70 ji wan zarok, 516 kes hatine kustin

03 January 2023 22:26 0 dîtin
Îran-Rojhilat | 70 ji wan zarok, 516 kes hatine kustin

PeyamaKurd – Ajansa Çalakvanên Mirovan a Îranê HRANAyê ragihand ku ji destpêka xwepêşandanan ve 516 kes ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine kuştin.

HRANAyê diyar kir ku ji kesên hatine kuştin 70 kes temenê wan di bin 18 saliyê de ye.

Herwiha hat eşkere kirin ku heta niha li seranserê Îranê û Rojhilatê Kurdistanê 19 hezar û 204 xwepêşander ji aliyê hêzên serkutkar yên rejîma Îranê ve hatine binçavkirin û tenê nasnameya 4 hezar û566 kesan eşkere bûye.

HRANAyê daye zanîn ku heta niha 670 xwendekar di xwepêşandanên seranserî yên Kurdistan û Îranê de hatine binçavkirin û li 161 bajaran kombûnên protestoyî hatine lidarxistin. Herwiha li 144 zanîngehan jî protestoyên xwendekaran birêve çûne.