Rojnamevanê kurd ji ber ku ji Qasim Suleymanî re negot ‘sehîd’ hat girtin!

06 January 2020 12:56 0 dîtin
Rojnamevanê kurd ji ber ku ji Qasim Suleymanî re negot ‘sehîd’ hat girtin!

PeyamaKurd  - Li bajarê Pawe yê Rojhilatê Kurdistanê, rojnamevanekî kurd, ji ber ku ji bo Qasim Sulêymanî peyva ‘şehîd’ bi kar nehanîbû, hat girtin!

Li gorî nûçeya BasNewsê, Malpera Hengaw ragihandiye, pêr (04.01.2020) li bajarê Pawe yê Rohilatê Kurdistanê, rojnamevanê kurd Mizefer Weledbegî ji aliyê hêzên îstixbarata Îranê ve hat girtin.

Li gorî agahiyan, sedema girtina wî rojnamevanê kurd ew bûye ku wî di dema belavkirina nûçeya kuştina Qasim Sulêymanî de peyva ‘şehîd’ bikar neaniye, ji ber wê jî hatiye girtin.

Rojnamevan Mizefer Weledbêgî sala 1973yan li gundê Nûryaw yê bajarê Pawe ji dayîk bûye. Ew xwedanê malpera bi navê ‘Noryaw.ir’ e.

Pawe girêdayî eyaleta Kirmaşanê ye û xelkê wî bajarî bi Hewramî dipeyîvin