Romanowski: Amerîka girîngiyê dide diyaloga Hewlêr-Bexdayê

09 April 2023 12:32 0 dîtin
Romanowski: Amerîka girîngiyê dide diyaloga Hewlêr-Bexdayê

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di çarçoveya serdana xwe ya Bexdayê ya bi boneya 42 saliya damezrandina Tevgera Bedir de, bi Balyoza Amerîka ya Iraqê Alina Romanowski re civiya

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, di hevdîtinê de pêwendiyên Amerîka ligel Herêma Kurdistanê û Iraqê, hevkariya di navbera wan de û herwiha rêkeftina petrolê ya di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de hatiye îmzekirin, hatin gotûbêjkirin.

Rêkeftina ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatiye îmzekirin, ji bo dubare hinartina petrola Herêma Kurdistanê weke “gaveke erênî” hate nirxandin.

Balyoza Amerîkayê Alina Romanowski destnîşan kir, welatê wê girîngiyê dide diyaloga Hewlêr-Bexdayê û çareserkirina pirsgirêkên di navbera wan de û got, piştevaniya Amerîka bo Herêma Kurdistanê û Iraqê wê berdewam bike.