Ropotajkirina balyoza Amerîkayê hat qedexekirin

28 June 2020 00:42 0 dîtin
Ropotajkirina balyoza Amerîkayê hat qedexekirin

PeyamaKurd- Dadgehekî Lubnanê biryara qedexeya kirina roportajan yên ji aliyê balyoza Amerîkayê ya Lubnanê de, da. Gelek kes bertekê nîşanî vê biryarê dan. Li gor biryarê; wê balyoza Amerîkayê nikaribe bi çapemeniya cîh re hevpeyvînan bike. Balyoza Amerîkayê Dorothy Shea duhî bi televîzyonekî Ereb re hevpeyvînekî kiribû û behsa krîa aborî ya Lubnanê û behsa dorpêça Amerîkayê bo ser Hîzbûllaha Lubnanê kiribû.

Shea, Hîzbûllahê “Dewleta di Nav Dewletê de” binavkiribû û gotibû û ji krîza Lubnanê, Hîzbûllah berpirse. Shea, her weha gotibû ku “bi mîlyaran dolar di şûna bikeve xezîne ya dewletê, bo dewleta biçûk Hîzbûllahê çûye.” Li ser van gotinên balyoza Amerîkayê dadgerê bajarê Mazihê yê nobedar kirina hevpeyvînan bi çapemeniya mehellî re, bi balyoza Amerîkayê qedexe kir.

Biryar, ji aliyê gelek kesên siyasî de weka “mudaxeleya bi çapeniyê” re hat binavkirin. Di serî de berteka ewilî wezîrê enformasyonê Menal Abdusemed nîşan da. Serokwezîrê berê yê Lubnanê Necib Mikati jî di ser hesabê xwe yê medya civakî de bertek nîşan da.

Serokwezîrê Lubnanê Hesen Diyab di demên borî de ragihandibû ku deynê dewletê yê bo xelkê ji 90 mîlyar dolarî derbas bûye.