Rûhanî: Eger berjewendiyên Îranê neyên parastin, em ê ji rêkeftina atomî vekisin
PeyamaKurd – Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî ragihand ku ew ji beşek ji rêkeftina atomî ya bi welatên rojavayê re vedikişin û eger di peymana atomî berjewendiyên Îranê neyên parastin di nava 60 rojî de ew dê rêjeya xwe ya atomî zêde bike.
Televizyona dewletê ya Îranê ragihand ku hikûmeta Îranê balyozên Brîtanya, Fransa, Çîn û Rûsyayê di mijara destpêkirina çalakiyên atomî de hatine agahdarkirin.
Îranê di rêkeftina atomî ya ku payîza 2015an di navbera wî welatî û welatên rojavayê de hatibû îmzekirin, soz dabû ku êdî ûraniyomê nemeyîne. Lê li gorî gotinên Rûhanî, Îran êdî wê sozê binpê dike û dîsa dest bi meyandina ûranyumê dike.
Hêjayî gotinê ye ku uraniyuma meyandî bi rêjeya %20 di çêkirina çekên atomî de tê bikaranîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin