Rusya: 270 leskerên Ukraynayê hatin kustin

05 September 2022 00:01 0 dîtin
Rusya: 270 leskerên Ukraynayê hatin kustin

PeyamaKurd- Ji aliyê Wezareta Berevaniya Rusyayê ve di derbarê şerê li herêmên Mikolayiv û Krivorojskiyê de agahî hatin dayîn. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li herdu herêman di nav rojekê de nêzîkî 270 leşkerên Ukraynayê hatine kuştin û bi sedan maşîn û cebilxane hatine jinavbirin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Berdevkê Wezareta Berevaniya Rusyayê Igor Konaşenkov ve hat dayîn de hat diyarkirin ku êrîşên Ukraynayê yên li herêmên Mikolayive û Krivorojskiyê, bi ser neketine û hêzên Rus yekîneyên Ukraynayê dane ber êrîşên hewayî û bejahî.

Konaşenkov da zanîn ku di nav rojekê de li van herêman 11 tanq, 17 maşînên piyade, 10 maşînên zirxî û 5 maşînên çekên giran hatine jinavbirin. Hat diyarkirin ku di van êrîşan de balafireke aîdê Ukraynayê ya Su-25 jî hatiye xistin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji destpêka şer heta niha, bi giştî 287 balafir, 150 helîkopter, 4 hezar û 804 tanq û maşînên zirxî hatine jinavbirin.